YE wê bi mîsyona leşkerî ya li Afrîkayê pêşî li koçberiyê bigire

Hat ragihandin, Elmanya û Fransa wê alîkariyeke xurt a leşkerî bidin mîsyona leşkerî ya li herêma Sahel a li welatên rojava û navîn ên Afrîkayê, ku ev mîsyon li dijî bazirganên mirovan têdikoşe.

Di destpêka vê salê de hatibû ragihandin, ku wê yekîneyeke bi navê "G5 Sahel Joint Force" bê avakirin û 5 hezar leşkerên ji Malî, Nîjer, Çad, MOrîtanya û Bûrkîna Fasoyê cihê xwe di nav de bigirin. Tê plankirin ku ev yekîne bi taybetî li dijî bazirganên mirovan têbikoşin.

Yekîneya leşkerî ya navborî, meha Hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hate erêkirin. Li gorî agahiyan, Fransa û Elmanya wê ji desteka ku eşker kirine bêhtir piştgiriyê bidin vê yekîneyê.

Van her du welatan beriya niha ragihandibûn ku wê tenê desteka perwerdeyê bidin. Hat ragihandin welatên navborî wê çek, cebilxane û wesayitên leşkerî bide yekîneya G5 Sahel Joint Force.

Li gorî nûçeyên ku agahiyên xwe dispêre belgeyeke Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li gel projeyên perwerde û binesaziyê wê desteka çek û cebilxaneyan jî were dayin. Her wiha yekîneya navborî, wê ji bo astengkirina hatina koçberan ber bi Ewropayê ve, li Sahelê di têkoşîna dijî bazirganên mirovan de bi erk û wezîfeyê rabe.

Di ser Lîbyayê re tenê îsal bi qasî 100 hezar koçber gihîştin Îtalyayê. Tê texmînkirin ku 90 ji sedî yê van koçberan di ser Nîjerê re derbasî Lîbyayê bûne.