YE pêşniyara referandûmeke nû li Brîtanyayê kir

Tê payin ku Brîtanya sala bê ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derkeve. Ji bo di nava yekîtiyê de bimîne, di asta herî bilind de pêşniyar li Brîtanyayê hate kirin.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk û Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker pêşniyar li Brîtanya Mezin kirin ku bi rêya referandûmê di nava Yekîtiya Ewropayê de bimîne.

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk got, eger Brîtanyayî nêrîna xwe biguherînin wê 'dilê Ewropayê li wan vekirî be'. Tûsk diyar kir, eger Brîtanya di biryara xwe ya Brexîtê de israr bike, wê Adara sala bê ji nava yekîtiyê derkeve. Tûsk destnîşan kir ku di demokrasiyê de nêrîn dikarin bên guhertin.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jûncker jî destnîşan kir ku ew dixwazin Brîtanya zanibe ku ne li dij in ku bi rêya referandûmê li yekîtiyê vegere.