YE pêkirinên li ser Rûsyayê 6 mehên din jî dirêj kir

28 welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber sedema krîza Ukraynayê biryar dan ku pêkirinên aborî yên li ser Rûsyayê bi fermî 6 mehên dî jî were dirêjkirin.

Konseya Ewropayê ku temsîla welatên endam dike, li ser hesabê Twîtterê ragihand, ‘’Lîderên YE’yê biryar dan ku pêkirinên aborî yên li ser Rûsyayê 6 mehên dî jî were dirêjkirin.’’

Di civîna YE’yê de ya li Brûkselê piştî gotûbêjên li ser mijara koçkirinê, têkilî krîza Ukraynayê peymana Mînskê jî hate gotûbêjkirin.

Biryara pêkirina aborî ya li ser Rûsyayê havîna 2014’an hatibû standin, dema ku krîza Ukraynayê giran bû û Kirim bi ser Rûsyayê ve hate girêdan. Rêveberiya Kîevê û Rojavayî Rûsyayê tawanbar dikin û dibêjin destekê didine serhildêran û çekan didin wan. Moskow jî vê qebûl nake.

YE’yê her wiha biryara pêkirinê li ser 150’î kesî da ku hin ji van nêzî Serokdewltê Rûsya Vladîmîr Pûtî in. Dewlemendiya van a li benqeyên Ewropa hate sekinandin û qedexeya vîzeyê anîn ser wan.