YE li hemberî welatên penaberan red dike, prosedura cezayê da destpêkirin

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku li hemberî Polonya, Çekya û Macaristanê yên ku li gorî bernameya parvekirina penaberan a sala 2015’an nabin, dest bi prosedura cezayê kiriye.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê, ev her sê welat li gorî bernameya parvekirina 160 hezar penaberên li Yewnanistanê tevnegeriyane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev her sê welat berpirsyariya xwe bi cih naynîn û biryar hatiye wergirtin ku li hemberî van her sê welatan pêkanînên cezayê werin destpêkirin.

Di koça penaberan a di sala 2015’an de bi sed hezaran kesan ji bo îltîcayê serî li Yewnanistan û Îtalyayê dabûn. Li gorî biryara Îlona 2015’an wê 160 hezar penaberên li van herdu welatan divê biçûna welatên dîtir ên Yekîtiya Ewrûpayê.

Li gorî plansaziyê ev parvekirin heta Îlona vê salê wê bihata kirin.