YE dagirkeriya Tirk şermezar kir, ji bo Qibrisê jî amadekariyê guşaran dike

Yekîtiya Ewropa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir, ji bo xebatên sondajê yên derhiqûqî li peravên Qibrisê jî amadekariyên guşaran dike.

Wezareta Karên Derve yên YE’yê bi daxuyaniyeke hevpar dagirkeriya Tirk şermezar kir û got: “Yekîtiya Ewropa, çalakiyên leşkerên Tirk ên her diçe ewlehî û nearamniya li herêmê zêde dike şermezar dike.”

Wezîrên Karê Derve li ser mijara Tirkyeyê ya li Rojhilatê Behra Spî jî got: “Li dijî xebatên sondajê ya hîdrokarbon a derhiqûqî kesên tevlî van karan bûne yan jî berpirsên bi fîzkî û tuzel cih girtine tedbîrên nînordar derbixin.”

Her wiha dewletên YE’yê di mijara ambargodanîna çekan a li ser Tirkiyeyê li hev nekirin.