YE bang li Belarûsê kir ku bila ‘mûxalifan’ berde

Li Belarûsê mehek ji ser hilbijaratina seroktiyê derbas bû lê hê jî çalakiyên protestoyê lê tên lidarxistin. Yekîtiya Ewropayê (YE) bang lê kir ku bila hemû mûxalifan serbest berde.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekariyê û Karê Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li Serokê Dewletê tê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko kir ku hemû mûxalifên beriya hilbijartina di 9’ê Tebaxê de û piştî wê hatine girtin, serbest were berdan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bila dev ji zextên siyasî jî were berdan.

Li Belarûsê ev serê mehekê ye çalakiyên protestoyê tên lidarxistin û tê diyarkirin ku di hilbijartina dawîn de ya ku Lûkaşenko dîsa bû serokê dewletê fen û fût hatiye kirin. Di çarçoveya xwepêşandanan de roja Yekşemê bi deh hezaran kes li Mînskê li hev civiyabûn.