Yasayên ku mêjiyê me ji kompîtiran biparêzin têne danîn

Di nêz de wê yasayên ku pêşî lê bigirin ku di mêjiyê me de dane werin kopîkirin û jêbirin werin rojevê.

Nêz e ku heta beriya niha bi demeke nêz ji  me re weke fanteziya honeke zanistî dihate dîtin jî bibe rastî. Lê tê fikirîn ku kompîtir di nêz de wê bibin xwedî teknolojiyeke wiha ku wê bikaribin mêjiyê însên manîpule bikin.

Mêjiyê me yek ji organê me yê herî tevlîhev e. Her çendî li ser babeta rengê xebata mêjî nediyar domdar be jî tê gotin di siberojeke nêz de mêjiyê însên wê bikaribe were manîpulekirin, kompîtir wê bikaribe bîranînên di mêjî de jêbibe û li şûna wê daneyên nû deyne.

Ji bo vê jî parêzvanên mafê mirovan dixwazin yasayên têkildarî jiyana taybet li gorî teknolojiya nû jî werin nûjenkirin.

Lan Johnson têkildarî mijarê di Independentê de gotarek nivîsî û bal kişande ser kambaxiya rewşê.

Johnson diyar kir niha zanyar tenê bi şopandina tevgerên însên û pêlên mêjiyên wan dikarin tespît bikin bê ka mirov rastgir e yan çepgir e û bi ceribandinên ku hatine kirin  kompîtirên nifşê nû 70 ji 100’î fêhm dikin bê ka însan çi difikire.

Li gorî Johnson di Facebook’ê li ser teknolojiyeke wiha tê rawestandin ku mirov tenê bi lêfikirînê bikaribe nivîsan binivîse.

Dîsa di qada tibê de tê ceribandin ku organên bi hêza ramanê tevdigerin çêbikin û di mijara telepatiyê de jî ceribandinên girîng têne kirin.

Ev teknolojiya ku ji bo mirovên organên xwe ji dest dane geşedaneke mezin derdibirîne, nivîsandinê hêsan dike, ragihandina mesafeyên pir dûr bilez dike, dikare berevajî jî were bikaranîn.

Di vê mijarê de talokeyên herî mezin wiha têne nîşandan ku mirov dikarin bi vê daneyên di mêjiyê însên de biguherînin, bi ser de ramanên mirov cihê bikin, daneyên di mejî de bê destûr tomar bikin û kopî bikin.