Xwepêşandanên protestoyî yên li Iraq destpê kirin

Xwepêşandanên protestoyî yên li Iraqê demek bû ji ber pandemiya Covîd-19 rawestiyabûn, dîsa ji nû ve destpê kirin.

Qada Tehrîr a paytexta Iraq Bexdayê ya ji Cotmeha 2019’an ve bûye cihê xwepêşandanên protestoyî yên Iraqî ku li dijî dizî, gendelî û xizmetguzariyê ji nû ve çalakî piştî demekê destpê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî bang li xwepêşanderan kir û got: “Ew hikûmeta ku bi salan dizî û gendelî lê hatiye kirin, nabe ku di nava şev û rojekê de pirsgirêk bên çareserkirin.”

Her wiha Kazimî daxwaz ji xwepêşanderan kir ku di nava 72 saetan de wê hurguliyên encamên êrîşên gulereşandina ser xwepêşanderan li ber destê wî be.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, 26’ê Tîrmehê saetên şevê di xwepêşandanên li Qada Tehrîrê de 2 xwepêşander, ji ber bombeyên gazê yên li wan ketine mirine.

Di çalakiyên ji ber Covîd-19’an hate sekinîn de derdorî 500 kesî jiyana xwe ji dest da, nêzî 30 hezar kes jî birînar bûn.