Xwendekar ji bo wergirtina dîplomayê divê herî kêm 10 daran biçîn

Li Fîlîpînê di sedsala dawî de beşeke mezin a daristanan ji holê rabû. Bi rêya qanûnekê li xwendekaran tê ferzkirin ku daran biçînin.

Fîlîpîn welatekî başûr rojhilatê Asyayê ye ku ji 8 hezar giravan pêk tê. Li gorî qanûneke nû ya ku li Fîlîpînê hate amadekirin, xwendekar ji dibistana seretayî heta zanîngehê ji bo karibin dîplomayê werbigirin divê daran biçînin.

Qanûn beriya çend hefteyan ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hate qebûlkirin, ku saziya qanûndanînê ya Fîlîpînê ye. Li gorî qanûnê, xwendekar ji bo her dibistanê neçar in ku salê herî kêm 10 daran biçînin. Qanûn ji bo bikeve meriyetê divê ji aliyê Senatoyê ve jî bê pejirandin.

Parlamenter Gary Alejano ku pêşnûme qanûn amade kir, anî ziman ku ew dixwazin çanda welatiya bi zanebûn û berpirsyariya civakî bi ciwanan re biafire. Bi qanûnê re, xwendekar ji bo karibin dîplomayê werbigirin divê li dibistana xwendiye salê herî kêm 10 dar çandibe.

Li Fîlîpînê her sal 12 milyon xwendekar diçin dibistana seretayî, 5 milyon xwendekar diçin lîseyê û 500 hezar xwendekar jî diçin zanîngehê. Bi saya qanûnê wê salê 175 milyon darên nû werin çandin.

Li Fîlîpînê di sedsala 20'an de bi zêdebûna nifûsê re karên çandiniyê jî zêde bûn û vê yekê rê li ber tinebûna daristanan vekir. Tê texmînkirin ku di navbera salên 1930 û 1980'î de 98 hezar kîlometreçargoşe (9,8 milyon hektar) qada daristanî tine bûye.

Di destpêka sedsala 20'an de li Fîlîpînê 70 ji sedî yê xaka wê daristan bû. Lê belê ev rêje niha daketiye 20 ji sedî.