Xwecihiyên Amazonê li dijî cihêkariyê di çalakiyê de ne

Xwecihiyên ji ber krîza şewba koronayê li Brazîlyayê terkî qedara wan hatine kirin, çalakiyên xwe didomîne.

Bi dehan endamên gelê Kayapo Mekragnotî yên li eyaleta Perû ku dikeve bakurê welat, li dijî polîtîkayên cihêkarî yên rayedaran, bi rojanin di çalakiyê de ne. Xwecihiyên ku ji roja Yekşemê û vir ve rêyeke serekî dagirkiriyen, tevî biryara darazê jî çalakiya xwe duh jî domanin.

Bi dehan xwecihiyên ku li ser rêya BR-163 çalakiya xwe didomîne, daxwaz kir ku divê lezgîn rêveber li dijî Covîd-19 tedbîrên pêwîst bigirin.

Ji gelê Kayapo Makragnotî ku nifûsa wê hezar û 600 kes in, ji vê nêzî 400 kes bi şewba koronayê ketiye. Ji van jî 4 kes mirine.

Tê texmînkirin ku şewba li herêmê  ji kesên li bajar û dîsa kesên li herêmê li zêran digerin berbelav bûye.

Cihêkariya li hemberî xwecihiyên herêmê ji hatina ser erkê ya Jaîr Bolsonaro yê nîjatperest ku ji serê sala borî ve her diçe zêde bûye.