NÛ BÛ

Li Rojava coşa Cejna Vejînê - NÛ BÛ

Li gelek navendên Rojava salvegera 45’emîn a demezirandina PKK’ê bi şahiyan hatin pîrozkirin.

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 45’emîn a demezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

AMÛDÊ

Pîrozbahî li Salona Seyran bi beşdariya sedan kesan hat pêkanîn.  Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn, alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê yên şehîd hildan.

Di pîrozbahiyê de nivîskar û helbestvan Beşîr Mela Newaf axivî û bal kişand ser rewşa Kurdan a beriya PKK’ê û siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker. Mela Newaf avabûna PKK’ê li dijî siyasetên qirkirinê wekî “Jinûve afirandina nasnameya gelê Kurd” pênase kir û got: “Tevî hemû êrîş û komployan jî PKK li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan her xurt bûye û li cîhanê belav bûye. Destkefyiyên Rojava jî encamek vê têkoşînê ne. Lewma divê weke erkeke exlaqî û wijdanî herkes ji bo azadiya Serokatî û parastina destkeftiyan têbikoşe. Divê cîhan jî zanibe ku PKK temsîla gelên Rojhilata Navîn dike.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Agirî û govendê bidawî bû.

HELEB

Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya sedan kesan li Salona Star Light pîrozbahî hat lidarxistin. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Remziye Selah di şahiyê de axivî û salvegera PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû gerîlayên azadiyê û gel pîroz kir.

Remziye Selah destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê wekî parçeyek têkoşîna PKK’ê ye û bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” îro bi awayekî bîrdozî, zanistî bandorê li tevahiya jinên cîhanê dike, sedsala 21’an dike sedsala jinan.

Endamê PYD’ê Bedran Rêzan jî axivî û got ku PKK’ê ji bo têkoşîna azadî, hêvî û ya dijî qirkirinê firsendek gelekî mezin ava kiriye .

Di pîrozbahiyê de ciwana bi navê Raperîn Osman biryara xwe ya tevlîbûna refên Tevgera Azadiya Kurdistanê ragihand.

Di pîrozbahiyê de Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Koma Hawar û Hunermend Mînettullah a ji Reqayê hatibû û Koma Şehîd Vejîn a girêdayî Navenda Çanda Hîlala Zêrîn bi stranên xwe gel coşand. Koma Govendê ya Şehîd Serhed jî lîstikên xwe pêşkêş kirin.

TIL BIRAK

Şêniyên navçeya Til Birak a girêdayî Hesekê jî li baxçeyê navenda çandê ya navçeyê pîrozbahî lidar xist. Di pîrozbahiya ku sedan kes amade bûn de, Endamê Meclîsa Til Birak Lezgîn Muhemmed axivî û salvegera PKK’ê pîroz kir. Lezgîn diyar kir ku gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi saya têkoşîna PKK’ê gihîştine van rojan.

Pîrozbahî bi stranên koma Şîlan Dîlan, hunermend Diyar, Teleb El-Nazir, govend û xwendina helbestan bi dawî bû. 

HERÊMA CIZÎRÊ

Pîrozbahiyên li herêma Cizîrê, li Qamişlo, Hesekê, Tirbesipiyê, Dêrik, Til Koçer, Til Temir, Zirgan, Til Hemîs bi beşdariya deh hezaran kesan pêk hatin. 

QAMIŞLO

TEV-DEM’ê li avahiya Odeya Pîşesaziyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek da. Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed di semînerê de axivî û destnîşan kir ku her salek Tevgera Azadiya Kurdistanê tê wateya nûbûnekê û got: “Di bingeha PKK’ê de wateya rasteqîn a şoreşê heye. Ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê wateya azadî û demokrasiyê. Li 74 navendên cîhanê pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî hêza felsfeya Rêber Apo nîşan dide.”

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî anî ziman ku PKK’ê û pêşengên wê bi berdêhên gelekî giranbûha nirxên mezin ava kirine, destan nivîsandine û ji bo gelan hêvî, bawerî ava kiriye.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo li Salona Roj pîrozbahî hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan tevlî bûn de, piştî rêzgirtinê, Endama Komîteya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Dîrok Mela Beşîr axivî. Dîrok Mela Beşîr diyar kir ku derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo hemû gelên cîhanê meşaleya ku rêya diçe azadiyê ronî dike ye.

Piştî axaftinê komên muzîkê yên Şehîd Xebat û Awazên Çiya, her wiha hunermend Sîpanê Xelatê stranên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi govendê bidawî bû.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê pîrozbahî li Stadyuma Kornîş hat lidarxistin. Di pîrozbahiya ku ji navda navçeyê û gundan bi sedan kes tevlî bûn de Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin vekirin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Yusuf di pîrozbahiyê de axivî û salvegera PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gel pîroz kir. Elî Yusuf soza şopandina têkoşîna û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Pîrozbahî bi starên komên Cudî û Elefterya û govendê bidawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîs a Qamişlo bi beşdariya endam û rêveberên sazî, meclîs, rêxistinên jin, ciwanan û şêx û rûsipiyên herêmê li navenda Çandê ya navçeyê pîrozbahî pêk hat. Di salona ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatin daliqandin de, Hevserokê PYD’ê yê Til Hemîsê Xalîb El Seedûn axivî. El Seedun salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got: “Avakirina PKK’ê li hemberî rejîmên otoriter û polîtîkayên qirkirinê ye. Di vê çarçoveyê de têkoşînek mezin meşandiye. Partiyê nirxên netewî, mirovî, şoreşgerî, fikrî û mirovên azad afirandine.”

Endamê QSD’ê Omer El Elî û Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El Xelef jî axivîn PKK ji bo gelên Rojhilata Navîn wekî benê rizgarkirinê ye.

Şahî stran û govendê bidawî bû.

HESEKÊ

Pîrozbahiya li bajarê Hesekê li eywana Silko ya li Taxa Xişman hat lidarxistin. Bi sedan kesên ji navenda bajar û gundewarên wê tevlî pîrozbahiyê bûn. Endama Meclîsa Hesekê Fîdan Seydo di pîrozbahiyê da axivî û damezirandina PKK’ê li dijî rejimên zordar wekî roja vejînê pênase kir û pîroz kir.  Fîdan Seydo destnîşan kir heta pêkanîna projeya netewa demokratîk û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Pîrozbahî bi starên komên Navenda Çand û Hunerê ya Serdemê û govendê bidawî bû.

TIL TEMIR Û ZIRGAN 

Welatîyên li navçeyên Til Temir û Zirganê jî pîrozbahiya xwe li baxçeyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Zirganê li dar xist. Endamê Komîteya Aborî ya Meclîsa Zirganê Semah Hemmadî di pîrozbahiyê de axivî û got: “PKK partiyeke ku azadî afirandî ye, veguheriye jiyanek azad û bi rûmet.“

Hevserokê Meclîsa Til Temir Muhemmed Seîd El Ehmed jî bal kişand ser meşa şoreşgerî ya PKK’ê û got ku bi vê têkoşînê fikir û felsefeyek nû derketiye holê, PKK ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilat Navîn bûye hêviya rizgariyê. 

Pîrozbahî bi starên komên Şoreş, Şehîd Sewsen Bîrhat û Şehîd Hewkar ên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr û Koma Şehîd Berfîn Botan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Til Temir bidawî bûn.

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa û gundewarên wê li hola Roj salvgera damezirandina PKK′ê pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de endamê PYD′ê Hisên Fayîq axivî, salvegera PKK′ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla, gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê pîroz kir.

Hisên got, dê destkeftiyên şehîdan biparêzin û têkoşînê berdewa bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.

Piştre nameya deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a der barê damezirandina PKK′ê de hat guhdarkirin.

Hevseroka Meclîsa Navçeya Çilaxa Nicûda Faris bi navê Kongra Star axivî û 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.

Nicûda Faris anî ziman ku bi saya PKK û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan azadiya xwe bi dest xist.

Pîrozbahî bi stranên koma Serdar Birojê û koma Behzad bi dawî bû. Li ber stranan govend hatin gerandin.

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê jî bi heman boneyê şahiyek li dar xist.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hind El Elî salvegera damezrandina PKK′ê pîroz kir û got: "45 sal derbas bûn, têkoşîn dê berdewam bike ta serkeftin pêk were û bi rêya projeya Rêber Abdullah Ocalan civakeke demokratîk ava bibe."

Piştre hunermend Zîlan El Omer, Yasmîn El Mihemed û Raman El Mihemed stran gotin. Beşdaran li ber stranan govend gerandin.