Xaminey: Bi Rojava re li hev kirin pêkan e

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî got ku eger binesaziya nukleer ya welêt jê bandor nebe, dibe ku Îran li ser bernameya nûkleer bi Rojavayê re li hev bike.

Li gorî medyaya dewletê, Elî Xamineyî diyar kir ku di peymana muhtemel a bi rojava re “tiştekî şaş” tune û got: “Lê divê binesaziya endustriya me ya nûkleer jê bandor nebe.”

Rêberê Olî anî ziman ku divê Tehran têkiliyê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bidomîne.

Ayetullah Elî Xamineyî got: “Tawanbarkirinên ku tê gotin Tehran hewl dide çekên nûkleerî bi dest bixe, ne rast in. Em ji ber baweriya xwe ya olî vê yekê naxwazin. Nexwe ew (Rojava) nikaribûn vê yekê rawestînin.”

Muzakereyên bi Îranê re ya li ser bernameya nûkleerê ji meha Îlonê û vir ve ji ber gelek nelihevkirinan xitimîye.

Armanca muzakereyan ew e ku DYE dîsa vegere peymanê, ku di dema Donald Trump de bi vekişîna yekalî ji peymana nûkleerê dest bi sepandinan kiribû.

Di muzakereyên heyî de her du alî jî hevdu bi daxwazên ne maqûl re tawanbar dikin.