Xaça Sor a Navneteweyî: Li Lîbyayê nêzî 10 hezar kes winda ne
Federasyona Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) ragihand ku, di lehiya li Lîbyayê de hejmara miriyan bi hezarane û hate gotin ku nêzî 10 hezar kes jî winda ne.
Federasyona Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) ragihand ku, di lehiya li Lîbyayê de hejmara miriyan bi hezarane û hate gotin ku nêzî 10 hezar kes jî winda ne.
Yek ji berpirsên IFRC'ê Tamer Ramazan ê ku ji Tûnisê beşdarî civîna çapemeniyê ya asayî ya NY'ê ya li Cenevreyê bû, diyar kir ku bîlanço hê ne diyar e û got, "Hejmarek teqez di destê me de nîne.”
Ramazan, destnîşan kir ku hejmara kesên winda nêzî 10 hezarî ye û diyar kir ku ew hêvî dikin ku di nava rojê de agahiyên zelaltir bên girtin.
Ramazan got: "Pêdiviyên mirovahî kapasîteyên Heyva Sor a Lîbyayê û heta hukûmetê derbas kiriye. "
Berpirsê IFRC’ got, "Ji ber vê yekê, hukûmeta li rojhilat banga alîkariya navneteweyî kir û em ê di demek nêzîk de banga alîkariya lezgîn bikin."
Serokê hikûmeta paralel li rojhilatê welêt Usame Hammad di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî de diyar kir ku nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî winda ne.
Bahoza Daniel roja Yekşemê piştî nîvro li rojhilatê Lîbyayê xist, bi taybetî bajarokên deryayî yên Cebel al-Axdar (bakurê rojhilat) û Bîngazî, ku li wir qedexeya derketina derve hat ragihandin û dibistan hatin girtin.
Bahoza bi navê Danîel ku ji aliyê pisporan ve weke "diyardeyeke gelekî giran a di warê kêmbûna avê de’ tê binavkirin, di rojên dawî de li Yewnanîstan, Tirkiye û Bûlgarîstanê jî da û herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Lîbya ku li Afrîkayê xwediyê rezervên herî dewlemend ên petrolê ye, piştî hilweşandina bi xwîn a rejîma Muamer Qezafî ji aliyê NATO’yê ve di sala 2011’an de ketiye nava kaosê. Pevçûnên di navbera rojhilat û rojavayê welêt de berdewam dikin.