WHO li ser vîrûsa Covîd-19 agahiyên nû parve kir
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku piştî lêkolînên berfireh ên li Çînê hate kirin ji sedî 2-3 kesên bi vîrûsa nû ketine xeteriya mirinê li ser hene.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku piştî lêkolînên berfireh ên li Çînê hate kirin ji sedî 2-3 kesên bi vîrûsa nû ketine xeteriya mirinê li ser hene.
Midûrê Giştî yê WOH’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs encamên lêkolînên li ser 72 hezar kesên li Navenda Kontrolkirin û Çavdêriyê ya Nexweşiyên li Çînê ragihand. Ji roja yekem a belavbûna vê şewbû û vir ve cara yekem ku lêkolînek wiha berfireh tê kirin.
Li gorî WOH’yê di encama lêkolînên ku ji 11’ê Sibatê û vir ve tên kirin hata niha rêjeya mirina kesên ji ber vîrûsa korona ya bi navê Covîd-19 mirine li gorî temenê ciwan pir kêm e, her ku temen bilind dibe ev yek bi qedeme zêdetir dibe. Li gorî temenê di navbera 39’ê de rêjeya mirinê ji sedî 0,2, li ser temenê 80’ê û şûnde jî ji sedî 14,8 jortir jî diçe.
Heta niha ji ber vê vîrûsê hejmara zarokên temenê wan jêrî 10 kes tine. Lê heta niha du pitikên hê nehatine dinê di zikên dayika xwe de bi vê vîrûsê ketine. Vîrûs zêdetir bandorê li mêran dike. Gefa li ser mêran ji sedî 2,8 û ji bo jinan jî 1,7 e.
Bi awayekî giştî li gorî lêkolînê ji sedî 80,9’ê vîrûsa Covîd-19’an ne xeter in, ji sedî 13,8 jî giran, sedî 4,7 jî di asta krîtîk de ye.
Li gorî lêkolîneke ya rojnameya epîdemolojî ya Çînê, vîrûsa korona berê xeteriyeke mezin li ser kesên nexweşiyên kardiyovaskuyan hebû. Li gorî vê zêdetirê xwe bandor li nexweşiyên şekir, nexweşiyên kronîk ên nefesteniyê û hîpertanyonan dikir.
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê rayedarên Çînê ve hate belavkirin ji meha Kanûnê û vir ve vîrûsa Covîd-19 a li Wûhanê derket heta niha belavî 72 hezar kesî bûye, ji van derdorî 30 hezar kesî li welatû herêmên din her wiha gihişte 900 bûyerên vîrûsê. Bi giştî ji derveyî 5 kesî 1886 kes mirine. Ji derveyî Çînê li Hong Kongê 1, Fîlîpîn 1, Jeponya 1, Tayvan 1 û li Fransayê jî keske mirine.
Ji sedî 86’ê kesên bi vê vîrûsê ketine yên li bajarê Wûhan dijiyan û dema vîrûs peyda bû kesên li wir ziyaretdikirin de jî peyda bûye. Bajarê xwdî nifûsa 11 milyon ji 23’ê Çileyê û vir ve bi awayekî fîlî di bin karantînayê de ye. Li parêzgeha Hubeî ya paytexta Wûhan bi giştî 56 milyon kes di bin karantînayê de ne.