Wîlders: Divê hemû wezîrên Tirk weke 'mirovên nayên xwestin' bên îlankirin

Parlamenterê partiya rastgir a tund Geert Wîlders, li dijî hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ya Hollandayê derket.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk dixwaze li Rotterdamê tevlî çalakiyeke referandûmê ya ji bo Erdogan bibe.

Parlamenterê partiya rastgir a tund Geert Wîlders got, "Divê neyê vê derê û tevlî karên me yên navxweyî nebe."

Wîlders wiha dewam kir: "Eger ez îro Serokwezîr bûma, qet nebe heta referandûmê, min ê ji bo mehek an jî du mehan hemû endamên hikûmeta Tirk weke persona non grata' îlan bikira û destûr neda ku bihatina vê derê."

Li Hollandayê di 15'ê Adarê de hilbijartina giştî ê lidarxistin. Li gorî anketan rêjeya dengê "Partiya Azadiyê" (PVV) a rastgir ku Wîlders endamê wê ye û rêjeya dengê Partiya VVD a Serokwezîrê lîberal Mark Rûtte, weke hev e.

Serokwezîr Mark Rûtte, mîtînga ku Çavûşoglû dixwaze di 11'ê Adarê de lidar bixe, weke "mîtînga nayê xwestin" îlan kiribû. Rûtte got, "Qada cemaweriyê ya Hollandayê, ne ciheke ku ji bo kampanya siyasî ya welatekî din bê bikaranîn."

Gelek welatên Ewropayê li dijî hewldanên rejîma AKP'ê derdikevin, ku AKP dixwaze kampanya xwe ya referandûmê bibe Ewropayê.

Li Elmanyayê, herî kêm 3 mîtîngên AKP'ê hatin betalkirin. Di navbera her du welatan de rewşeke aloz heye.

Serokwezîrê Awûstûryayê Chrîstîan Kern jî da xuyakirin, ku divê Yekîtiya Ewropa li rayedarên Tirk qedexe bike, ku kampanya referandûmê ji bo Erdogan nekin.