Wîkstrom: Bila peymana penaberan were betalkirin
Parlementera Ewropayê ya Partiya Lîberal a Swêdê Cecîlîa Wîkstrom xwest ku peymana sekinandina şandina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de were betalkirin.
Parlementera Ewropayê ya Partiya Lîberal a Swêdê Cecîlîa Wîkstrom xwest ku peymana sekinandina şandina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de were betalkirin.
Parlementera Ewropayê ya Partiya Lîberal a Swêdê Cecîlîa Wîkstrom li ber gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û wezîrên AKP’ê yên li ser Yekîtiya Ewropayê rabû û xwest ku peymana sekinandina şandina penaberan a di navbera Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê de were betal kirin.
Wîkstrom di gotûbeja bi Radyoya Dewletê ya Swêdî de got, "Tiştên ku a niha li Tirkiyeyê rû didin, gelekî seyr in. Di van demên dawîn de li ser Yekîtiya Ewrûpayê me polemîkên êrîşkar ên Erdoğan dît."
Bal bir ser vî tiştî ku rayedarên Tirkiyeyê her dem dibêjin "Eger mûafiyeta vîzeyê neyê nas kirin û ji bo referandûma meha pêşiya me nehêlin em li welatên Ewropayê kampanyayan çêbikin" û pê re tehdît dikin ku wê penaberan bişînin Ewropayê; Wîkstrom got, divê Yekîtiya Ewropa peymana ligel Tirkiyeyê betal bike.
Wîkstrom, beriya ku di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de peymanek were danîn jî li hemberî peymana sekinandina penaberan derketibû.
Wîkstrom xwest ku peymana niha jî divê were betal kirin û got, "Erê, diyar e ku gelek penaber dixwazin werin giravên Yewnanistanê. Lê ji ber ku Behra Egeyê hatiye girtin, kes nikare were. Lê ev nayê vê wateyê ku êşa van mirovan qediyaye. Lê rêveberên dewlet û hikumetan çavên xwe girtin û dixwazin bibêjin ku, heke em nebînin em ê êşê jî nekişînin."