WHO'yê hişyar kir: Efrîka ji vîrûsa Korona re ne amade ye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Efrîka ji vîrûsa korona re ne amade ye û bang li Yekîtiya Efrîkayê kir ku di vê mijarê de zend û bendan ba bide.

WHO'yê ragihand ku hêza sîstemên tenduristiyê yên welatên Efrîkayê bi têra têkoşîna li dijî şewba vîrûsa Korona Covîd-19 nake.

Midûrê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs bi Wezîrên Tenduristiyê yên welatên Yekîtiya Ewropayê re civînek li dar xist û bang li welatên Yekîtiya Efrîkayê kir ku ji bo têkoşîna li dijî vîrûsa Korona eniyeke hevpar a hîn çalak ava bikin.

Di rewşa heyî de yekane welatê Efrîkayê ku niha vîrûsa Korona lê hatiye tespîtkirin Misir e. Li vî welatî tenê nexweşekî bi vîrûsê hatiye tespîtkirin.

Eger vîrûs li parzemîna Efrîkayê belav bibe hingî sîstemên tenduristiyê neçar in ku kesên bi nexweşiyê ne bixin bin kontrolê.

WHO'yê diyar kir, "Pêwîstiya nexweşan wê bi cîhazên bêhnstandinê hebe ku li gelek welatên Efrîkayê kêm in û ev yek jî cihê fikaran e."

Di vê navberê de Kenya Aîrways jî di nav de gelek şîrketên hewayî yên Efrîkayê seferê ber bi Çînê ve rawestandin. Lê belê seferên Ethîopîan Aîrlînes dewam dikin ku mezintirîn şîrketa li parzemînê ye.