WHO nerazîbûn nîşanî welatên ku vîrûsê cidî nagirin da

Her ku diçe vîrûsa Covîd-19 belav dibe, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bal kişand ku hinek welat bi qasî pêwîst tehdîdan cidî nagire û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Şewba vîrûsê ya Covîd-19 a belavî gelek welatan bûye, bandorekî mezin jî li aboriyê kir. Her wiha şewbê di serî de bandor li têkiliyên Jeponya û Koreya Bakur û dîsa gelek welatan kir.

WHO bal kişand ku lîsteya welatên ku bi qasî pêwîst bi vîrûsa koronayê re tênakoşin dirêj e.

Midûrê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs got: “Ev ne tedbîqatek e, ne demê devjêberdanê ye, ne demê hinceta, demê çûna kûrahiya wê ye.” Midûrê Giştî yê WHO welatên ku vê rewşê cidî nagirin jî rêz kir.

Lê li DYE’yê nerazîbûn nîşanî sendîkeya hemşîre ya bingehîn ku li gelek nexweşxaneyan amadekarî nekiriye, bi qasî pêwîst xebatkarên tenduristiyê nehatine agahdarkirin û amûrên pêwîst nehatine dayîna wan. Kongreya DYE ji bo fînansekirina têkoşîna bi vîrûsa koronayê re, 8,3 milyar dolar plana alîkariya lezgîn erê kir. Li welat 180 kes bi vîrûsê ketine, 12 kes jî mirine. Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp pêşniyara budceya 2,4 milyar dolar kiribû, lê muxalefetê ev kêm dît.

Li gelemperiya cîhanê 100 hezar û 340 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 408 kes jî mirine. Vîrûs herî kêm belavî 85 welatan û herêman bûye.

Li dijî vîrûsê gelek tedbîrên cihê hatine girtin. Li gorî Koreya Bakur 36 welatan deriyên xwe ji welatiyên Koreya Bakur tên regirtiye. 22 welatan jî tecbîrên karantînayê girtine. Têkiliyên di navbera Jeponya û Koreya Bakur de ji ber vîrûsê nebaş bûye. Jeponya ya ku welatiyên ji Koreya Bakur tên dixin karantînayê, Koreya Bakur jî bi gotina ‘ev derveyî mentiqe’ ragihand ku wê bang li Sefîrê jeponyayê bike.