WHO ji bo lêkolînkirina çavkaniya vîrûsê dixwaze biçe Çînê

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber zêdebûna nerazîbûnan, ji bo lêkolînkirina çavkaniya vîrûsê dixwaze biçe Çînê.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bang li rêveberiya Çînê kir ku wan dawet bikin ku tevlî lêpirsîna li ser vîrûsa koronayê bibin.

TRÛMP GEFA PÊKANÎNÊ XWAR

DYE pêşengiyê ji nerazîbûnên li dijî Çînê re dike. Serokê DYE'yê Donald Trûmp gelek caran Çîn sûcdar kir. Herî dawî roja Pêncşemê li Qesra Spî daxuyaniyek da û dubare kir ku ew bawer dike vîrûsa korona li laboratûwareke li Wûhanê derketiye holê. Trûmp îdîa kir ku şewb dikarîbû li Çînê bihata kontrolkirin, lê belê agahî hatine veşartin û diyar kir ku ew dikare baca gumrukê ya ji bo cezakirinê li Çînê ferz bike.

POMPEO: EM NIZANIN KU VÎRÛS JI KU HATIYE

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo diyar kir ku ew baş nizane bê pandemî ji ku dest pê kiriye. Pompeo ji radyoyeke xwecihî re axivî û got, "Em nizanin ku ev ji Enstîtuya Vîrolojî ya li Wûhanê hatiye yan na. Em nizanin ku ev ji bazarekê yan jî devereke din hatiye yan na."

Pompeo got, "Em hîn bersiva van pirsan nizanin. Ji ber vê yekê Serok Trûmp dibêje, bi rengekî lezgîn pêwîstiye me bi bersiva van pirsan heye."