WHO dîsa dest bi ceribandina dermanên nîqaşbar dike

Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ew ê dîsa ceribandinên klînîk ên hîdroksîklorokînê bikin, ku çend rojên bihurî ji ber lêkolînekê hatibû sekinandin û di tedawiya Covîd-19'ê de dihate bikaranîn.

Dermanê bi navê hidroksiklorokin (hydroxychloroquine) ku yek ji guhartoya dermanê bi navê ‘klorokin’ (chloroquine) bû û di tedawiya tagirtinê de dihate bikaranîn, li gelek welatan ji bo tedawiya pêketiyên korona dihate bikaranîn. Lê ev derman ê ku ti daneyên teqez nebûn ku Covîd-19'ê bi mîsogerî tedawî dike, Gulanê ji ber lêkolîneke di kovara The Lancetê de pir nîqaş li ser çêbûbû. Di lêkolînê de hatibû gotin bikaranîna klorokin an jî hidroksiklorokininê di tedawiyê de ne sûdewar e û bi ser de dibe ku taloke jî be.

Piştî vê lêkolînê bi biryarekê WHO'yê ceribandinên klînîk ên bi van dermanan dabû rawestandin, biryar ji bo encamên lêkolînê heta nîvê Hezîranê hatibû standin.

WHO'yê du bi daxuyaniyekê ragihand ceribandinên bi van dermanan wê dîsa dest pê bikin.

WHO'yê diyar kir, berevajî ya ku di gotarê de hatî gotin, di tedawiyê de ya bi van dermanên navborî mirin zêdetir nebûne.