WHO: Beriya 2021’ê ne li benda amadebûna derziyeke giştî ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Giştî (WHO) diyar kir ku li dijî şewba koronayê beriya 2021’ê ne li benda amadebûna derziyeke giştî ne.

Berdevkê WHO’yê Margaret Harrîs di civîna çapemeniyê ya li Cenevreyê kir got: “Wek hûn dizanin bi qasî pêwîst derzî kete qonaxa sêyemîn a ceribînê. Di mijara lêkolînê de heta niha rêyek dirêj hatiye borandin bi kêmanî 6-9 dinasin.”

Berdev wiha domand: “Di warê nîşandana dîrokekê bi wayekî rastî de, beriya navîna sala bê, ne li bendê ne ku pêkanîna amadekirina derziyeke giştî bê kirin.”

Berdevk ceribîna derziyên li ser dildaran qonaxa wê ya sêyemîn pir dem li xwe girt, diyar kir ku divê zanyar li ser bandor û bi ewlebûna derziyê lêkoşînan bike.