WHO: Êrîşa li ser Refahê bandoreke giran li tenduristiyê dike

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ya li ser Refahê ji niha ve di asta felaketê de bandor li ser tenduristiya li Şerîda Xezeyê kiriye.

Nûnerê WHO yê li xaka Fîlîstînê Rîk Peeperkorn anî ziman ku piştî destpêkirina êrîşa Îsraîlê ya li ser Refahê li vî bajarê li başûrê Şerîda Xezeyê xizmetên tenduristiyê têk çûne.

Peeperkorn hevpeyvîneke hevpar da AFP û Reûtersê û anî ziman ku ji ber serdegirtina li Refahê û girtina du ji sê nexweşxaneyên li bajêr nêzî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûne.

Nexweşxaneya herî mezin a bajêr Nexweşxaneya El Najar ku tedawiya 700 nexweşên diyalîzê dikir, mîna nexweşxaneya Qûweytê neçar ma ku deriyên xwe bigire.

Peeperkorn anî ziman ku nexweşxaneyên zayîn û zarokan ên Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî bi zor û zehmetiyê kar dikin û êdî nikarin nexweşên nû derman bikin.

Rayedarê WHO'yê got, "Eger êrîşa Îsraîlê dewam bike, em ê nexweşxaneya dawî jî ya li Refahê ji dest bidin."

Ev yek jî tê wê wateyê ku nêzî 1.9 milyon mirovên li başûrê Şerîda Xezeyê neçarî nexweşxaneyên sahra yên li peravê bimînin.