WFP: Efrîkaya Navîn bi krîza dexil û dan re rû bi rû ye
Bernameya Dexil û Dan a Cîhanê (WFP) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Komara Efrîkaya Navîn rû bi rûyê krîzeke mezin a dexil û dan e û daxwaza piştgiriya bi lezgînî kir.
Bernameya Dexil û Dan a Cîhanê (WFP) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku Komara Efrîkaya Navîn rû bi rûyê krîzeke mezin a dexil û dan e û daxwaza piştgiriya bi lezgînî kir.
Berdevkê WFP’ê Thompson Phiri yê di civîneke çapemeniyê ya li Cenevreyê hat lidarxistin de axîvî, destnîşan kir ku Komara Efrîkaya Navîn rû bi rûyê krîzeke pêdiviyên mirovî ya nedîtî ye û her ku diçe şertên xwarin û vexwarinê xirab dibin.
Nan û av têr bi destê nîvê xelkê Efrîkaya Navîn nakeve. Sedema vê rewşê, koçberiya ji mecbûrî û nebûna ewlehiyê ji ber şerê navxweyî yê ji sala 2013’an ve li Efrîkaya Navîn berdewam e. Her wiha ji ber şerê Ûkraynayê rewş yekcar xerab dibe, buhayê tiştên xwarinê zêde dibe.
Berdevk Phiri got ku WFP dibe ku buhayê birinc ji meha Tebaxê ve ji sêdî 30, arê genim ji sedî 67 û rûn ji sedî 70 zêde bibe.
WFP’a rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo derxistina serî bi zêdebûna maliyetê di kar û barê alîkariya mirovî li qadê re, banga alîkariya bi lezgînî ya bi 68,4 milyon dolaran kir.
Thomson Phiri got: “Pêdivî ji çavkaniyên di destên me de zêdetir in. Pereyê me nîn be, em ê xwarinê ji yên birçî bigirin bidin yên ji wan birçîtir.“
Phiri anî ziman ku li gor Neteweyên Yekbûyî, Efrîkaya Navîn wê heta bi sala 2023’yan hewcedarî alîkariya mirovî be.
Sê welatên herî pir nangiranî lê heye Komara Efrîkaya Navîn, Yemen û Sûdana Başûr in.