Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îstifa kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman îstifa kir. Lîeberman, agirbesta navbera Îsraîlê û rêxistinên Fîlîstînî ji bo îstifaya xwe kir hincet.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman li ber agirbesta doh a navbera Îsraîlê û rêxistinên Fîlîstînî rabû û diyar kir ku wî ji hikumetê îstifa kiriye.

Lîeberman îdîa kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû "teslîmî rêxistina terorê ya Hamasê" bûye.

Siyasetmedarê rastgir ê tund got, ev biryar wê bi demdirêjî zerarê bide ewlekariya Îsraîlê.

Lîeberman li gel îstifaya xwe banga hilbijartina pêşwext jî kir.

HIKUMETA NETANYAHÛ TENGAV BÛYE

Piştî ku Partiya Mala me Îsraîl xwe ji hikumetê vekişand, hikumeta Serokwezîr Netanyahû jî kete nava rewşeke metirsîdar. Tenê kursiyeke zêde ya Partiya Lîkûd a Netanyahû heye ku li parlamentê serdest e.