Wezîrê Karên Derve yê Îranê seredana Bexdayê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo hevdîtina bi rayedarên Îraqê re sedaneke fermî li Bexdayê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo hevdîtina bi rayedarên Îraqê re sedaneke fermî li Bexdayê kir. Tê payîn ku Arakçî bi Serokkomarê Îraqê Latîf Reşîd, Wezîrê Karên Derve Fûad Hisên û rayederên din ên Îraqê re were ba hev.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Bikayî daxuyanî da û diyar kir ku Arakçî dê bi welatên Îslamî re li ser rewşa herêmê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Libnanê hevdîtinan bike.

Şêwirmendî siyasî yê Serokwezîrê Îraqê Alî El Musavî ji APF’yê re axivî û got “Serdana Arakçî parçeyek ji hewlên dîplomatîk e ku ‘dawî li şîdet û çekan bîne’ û li herêmê ewlehî û aramiyê dabîn bike.”

Li gor ajansa nûçeyan ISNA’yê Arakçî piştî hevdîtinên xwe yên li Îraqê wê derbasî Ûmmanê bibe. Ûmman di pevçûnên herêmî de her tim wekî navbeynkarekî bêalî tevdigere.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê serê hefteyê çû Qeterê û bi Serokwezîr Şêx Mihemed bin Abdulrehman Al Sanî re li ser şerê li Xeze û Libnanê axivîbû. Qeter dixwaze di navbera van pevçûnan de roleke navbeynkar bilîze.

Arakçî di demek nêz de hevpeyvînek bi televîzyona Qeterê El Cezîreyê re kiribû û gotibû Îran naxwaze şer bike lê ji bo her rewşê amade ye. Arakçî, “Em şer naxwazin lê em ji şer jî natirsin. Em amadeyî her rewşê ne.”