Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê ragihand ku dawî li erka xwe tîne

Wezîrê Karê Derve yê xwedî ezmûn ê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter, ragihand ku wê 31’ê Cotmeha 2017’an dawî li erka xwe bîne.

Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrhalter ê ku bi aramî û xebatên xwe yên serkeftî ku piştgiriya hemû patiyên siyasî digire, piştî nameya xwe ya îstifayê ji pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir û şûnde, îro bi daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku wê 31’ê Cotmeha 2017’an dawî li erka xwe bîne.

‘DIXWAZIM JIYANEKÎ NÛ BIJÎM’

Wezîrê bi ezmûn diyar kir ku biryara vekişîna ji siyasetê ne ji ber pirsgirêkên siyasî ye, bi nameya îstifayê ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kirî wiha dibêje: “Di nava 8 salên dawî yên li Konseya Fedaral a Swîsreyê, piştî xebatên demdirêj ên aktîf ên siyasetê, îro di demê jiyana min a mayî de dixwazin jiyanekî nû bijîm.

JI BO PIRSGIRÊKA KURD ALÎGIRÊ ÇARESERIYEKÎ AŞTIYANE BÛ

Siyasetmedarê bi ezmîn Bûrkhalter ê pirsgirêka Kurd ji nêz ve dişopand, têkildarî mijarê di her axaftinê xwe de diyar dikir ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane divê bê çareserkirin. Di gelek axaftinên xwe de jî destnîşan kir ku li ser daxwaza aliyan di çareseriya pirsgirêka Kurd de li Swîsreyê dikare rola çavdêriyê bike.

BURKALTER KIYE?

Wezîr Bûrkhalter li Neûchatelê tê dinê, Zanîngeha Neûchate polîtîkaya ekonomiyê dixwîne. Bûrkhalter ê ji 16’ê Îlona 2009’an ve endamê Konseya Federal a Swîsreyê, di navbera dîrokên 2009-2011’an de, Wezareta Karê Hundir ê Swîsreyê, 2012’an û vir ve jî erka Wezareta Karê Derve yê Swîsreyê dike.

Bûrkhalter ê ku di nava 8 kesên Konseya Federal a Swîsreyê de, li gel erka Wezareta Karê Derve, dîsa 2014-2015’n jî erka Serowezîrê Dewleta Swîsreyê kir. Bûrkhalter ê ku bi aramî û naziktiya xwe tê naskirin, yek ji siyasetmedarên ji aliyê her Swîsreyiyên xwedî dîtinên cuda ve dihate heskirin.