Wezîrê Kar û Aramî yê Îranê ji erkê hate girtin

Wezîrê Kar û Aramî yê Îranê Alî Rebîî, piştî civîna melîsa Îranê ji erkê hate girtin.

Ji Parlementoya Îranê 40 parlementeran bi gotin; ‘Erka xwe baş bikar neaniye, nelirêtî kiriye’ di derbarê Wezîrê Kar û Aramiyê Alî Rebîî de pêşnûmepirsek dabûn.

Pêşnûme ji aliyê parlemetoyê ve hate erêkirin. Danê sibê parlemetoya Îranê li hev civiya, pêşnûmepirsa di derbarê Rebîî de gotûbêj kirin.

Di rûniştina bi pêşengtiya Serokê Meclîsê Alî Larîcanî de hat kirin pêşnûmepirs hate gotûbêjkirin. Parlemeter Rebat Kerîm li ser pêşnûmepirsê axivî, anî ziman ku hinek kargehên kurê Alî Rebîî li Dûbayiyê hene.

Hinek parlemeteran jî destnîşan kir ku Rebbî ji bo hinek parlemeter di warê wî de baxivin bertîl daye. Li ser vê Serokê Parlemetoya Îranê bibîr xist ku Îran di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, di pêvajoyeke wiha de ev îdîa li holê ne rastin, welat wê ber bi kirîz û kaosan ve kaş bike.

BI 129 DENGAN HATE ‘ERÊKIRIN’

Piştî gotûbêjkirina liser pêşnûmepirsê Wezîrê Kar û Aramiyê Alî Rebîî bersiva pirsan da. Piştre dengdan pêk hat. Li bermaber 111 dengên ‘na’ 129 dengên ‘erê’ Alî Rebîî ji erkê hate girtin.