Wezîra Parastinê ya Fransayê serdana Iraqê kir

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ji bo du rojan serdana Iraqê kir. Hate ragihandin ku serdan di çarçoveya têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Fransayê de hate ragihandin ku serdanê roja Pêncşemê dest pê kiriye û wê du rojan bidome.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezîra Parastinê ya Fransayê israr dike ku divê ew bi biryardarî hîn jî li ber DAÎŞ'ê rabin, ku DAÎŞ hîn jî gefeke cidî ye. Êrişên hewayî yên Fransayê li dijî nuqteyên veşartî yên DAÎŞ'ê mehên dawî zêde bûn."

Wezîr Parly got, "Di demekê de ku herêm û cîhan di nava lepên şewbê de ne, têkoşîna li dijî terorê karekî lezgîn e" û diyar kir, DAÎŞ tevî ku ji aliyê leşkerî ve têk çûye hîn jî ji holê ranebûye.

Wezîra Parastinê Florence Parly got, "DAÎŞ ji rewşê sûdê werdigire û xwe vedişêre, bi vî rengî ji nû ve organîze dike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Florence Parly ji bo peyameke eşkere bide Iraqê diçe: Divê têkoşîn bidome. Biryardariya Fransayê neguheriye."

Wezîr Parly wê di dema serdanê de bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mûstafa El Kazimî û Wezîrê Parastinê Cûma Enad El Cûbûrî re hevdîtinê bike.