Wezîra Parastinê ya Fransayê li Iraqê êrîşên Tirkan nîqaş dike

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ji bo du rojan çû Iraqê. Li gorî medyaya Fransayê di rojeva Parly de DAÎŞ û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk heye.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly ji bo du rojan çû Iraqê. Li gorî bernameya wê, ew ê bi Serokkomarê Iraqê û Wezîrê Parastinê re bicive.

Li gorî malpera 20 mînûtes di rojeva wê de hurmeta li hemberî serweriya Iraqê, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk heye.

Li gorî AFP’ê wê tevî muxatabên xwe yên Iraqê êrîşên hewayî yên Tirkan nîqaş bike. Li gorî rojnameya Le Fîgaro jî Parly bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Înad El Cûbûrî re civiya.

Parly tevî El Cûbûrî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û diyar kir ku piştî demeke kurt divê dîsa Fransa hêzên ewlekariyê yên Iraqê perwerde bike.

Tê payin ku Parly piştî bi Serokwezîr Mûstafa El Kazimî bicive wê biçe Başûrê Kurdistanê.