Welatiyên Yekîtiya Ewropayê Brîtanyayê diterikînin

Di navbera Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê de pêşnûmeya hevpeymana Brexit tê amadekirin. Lê belê li aliyê din hate ragihandin ku hejmara welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên Brîtanya terikandî gelekî zêde bûye. 

Li gorî daneyên Ofîsa Statîstîkên Neteweyî ya Brîtanyayê (ONS), hejmara kesên ji welatên endamê Ewropayê tên Brîtanyayê kêm dibe. 

Li gorî daneyên Tîrmeh-Îlonê, li Brîtanyaya Mezin 2 milyon û 245 hezar welatiyên ji welatên Yektîtiya Ewropayê hebûn. Ev rewş li gorî heman mehên sala bihurî bi 132 hezar kes, ango 5,5 ji sedî kêm bûye.

Hejmara welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên li Brîtanyayê ji sala 1997'an heta niha cara yekem e ewqas kêm dibe. Nexasim kêmbûna welatiyên welatên li rojhilatê Ewropayê balê dikişîne. Piştî sala 2004'an li gorî sala bihurî rêjeya karkerê ku ji welatên ji rojhilatê ewropayê dihatin, 15 ji sedî kêm bûye.