Welatên YE'yê li dijî krîza tenduristiyê bang kirin

Gelek welatên endam bang li YE'yê kirin, ji bo têkoşîna dijî kriza tendiristiyê ya pêkan bang kirin ku haziriyeke hevpar were kirin.

Serokwezîr û serokdewletên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE), ku di nav wan de di serî de Elmanya, Fransa û Spanya gelek welatên din name ji Seroka Komîsyona YE'yê Ursula von der Leyen re şandin.

Di nameyê de bal kişandin ser wê ku welatên YE'yê bê hazirî tûşî pandemiya Covîd-19'ê bûye, hate xwestin siberojê ji bo krîzên wiha yên tendirstiyê divê hazirî werin kirin. Di nameyê de hate gotin divê YE stokên derman û ekîpmanên medîkal bike.

Di nameyê de hate xwestin ku YE li dijî pandemiyên nû, ji bo tedawî û derziyan bi hevkarî tevbigerin. Di nameyê de ku ji Von der Leyen re hate şandin,hate gotn bi asta YE'yê li dijî pandemiyan stratejî were danîn wê ji têkoşîna yek bi yek a welatan zêdetir karîger be.

Di nameyê de her wiha hte gotin derman, amûrên tibî û ekîpman bi kêmanî bi qasî ku têra 3 mehan bide divê werin stokkirin, di demên krîzê de divê berhemên tibî bi hev re werin hilberandin. Her wha ji bo ceribandinên kilînek hate xwestin ku fînansman were sazkarkirin.