Welatên YE’yê di mijara cezakirinê li hemberî koçên derqanûnî lihevkir

YE dixwaze bersivê bide hejmarê koçberên li ser sînorên derwe yên her ku diçe zêde dibe. Wê li hember rêyên hewayî û aliyên din ên bi qaçaçîtiya derqanûnî ve mijûlin tedbîrên cezayî werin pêkanîn.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo pêşî li derbasbûna hejmareke ewqas zêde ya mirovan ku ji welatên hejar û bipevçûn hatine Belarûsê û dixwazin bi rêyên derqanûnî derbasî YE’ê bibin dixwaze cezayan bikar bîne.

Welatên endamê YE’yê li hemberî beşdarên din yên di karên qaçaxçîtiya derqanûnî û rêyên hewayî de cih digirin, li ser amûrekî nû yê pêkanînê lihevkirin.

Li gorî dîplomatan tedbîrên hatinî destnîşankirin wê di Yekşemiya bê de di civîna ku wezîrên karên derwe yên YE’yê wê lidarbixin de bi fermî bibin biryar. Di gavekî din de jî dikare pêkanînên taybet ên cezayê werin pêkanîn.

Yek ji planan eve ku rêyên hewayî yên koçberan ji Afrîqa yan jî Asyayê ji bo li YE’yê seyahet bikin ber bi Belarûsê dibin bên hedefgirtin. Her wiha pêwîste operatorên tûrê jî ji pêkanînan bitirsin.

Rejîma li dora Alexander Lûkashenko’yê dîktator, bi hêceta ango ji bo ku koçberan ji bo seyahetkirina li YE’yê bîne ser sînorê Polonyayê, bi rengekî bizanebûn tîne welat tê sûcbarkirin. Ya tê texmînkirin eve ku Lûkashenko dixwaze tola pêkanînên ku YE’yê ji ber zexta muxalefeta demokratîk û sivîl li hember wê pêkanîbû dihilîne.

Pêwîst bû di demekî nêz de şîrketên xwecihî yên YE’yê nîqaş bikira bê ka ji bo cemidandina demildest ya hemû têkiliyên kar a bi rêya hewayî ya Belavîa ya Belarûsê divê di çi astê zext were kirin. Yek ji encamên vê yekê ev bû ku şîrketên kirêdayîna balafiran, neçare balafirên ku bi deyn dane rêyên hewayî paşve bigire.

Rêya hewayî ya Belavîa di demên dawî de bêhtirê nîva balafirên xwe di asteke girîng de kirê kiribû.

Li gorî rayedarên Polonyayê jî vê gavê li ser sînorê di navbera Polonya û Belarûsê di navbera 3 heya 4 hezar koçber hene. Ji ber rewşa aloz Varşovayê roja Sêşemiyê deriyekî sînorê xwe yê diçe welatê cîranê wê yê rojhilat girt. Roja Yekşemiyê komên mezin ên koçberan hewldan ku benda hatibû danîn bişkînin. Medya dewletî ya Belarûsê dîmen û wêneyên mirovên li kampê yên li dora agir kombûne û zarokên ku li qadên daristanî li ser erdê di nav kîsên xewê de xewkirinî weşand.