Wekîlên Hollandî xwestin ku li dijî Tirkiyeyê pêkanîn bên kirin

Bi pêşengiya wekîlên Partiya Yekîtiya Xiristiyanan (ChristenUnie) a Hollanda piraniya wekîlan gotin dema wê ye ku li dijî Tirkiyê ambargo were danîn.

Yekîtiya Xiristiyanan got, ''Di rewşeke wiha de ku Tirkiye bi hêza tund dagir dike û li ser ewlehiya wê talokeyê çêdike, dema wê hatiye ku tevdîrên xurt werin standin.''

Yekîtiya Xiristiyan wiha lê zêde kir: ''Îro bi helwesta wekîlên Yekîtiya Xiristiyanan piraniya wekîlan dixwazin ambargo were danîn, çekan nema bifiroşin Tirkiyê û her wiha fonên ku ji bo endamtiya YE'yê didin Tirkiyê were rawestandin.''

Ji Yekîtiya Xiristiyanan Stîeneke van der Graaf got, ''Ev êrîşa tund delîleke dî ye ku ti karê Tirkiyê li nav Yekîtiya Ewropayê nîne. Divê desteka fonê ya ji bo pêvajoya namzeta YE'yê were sekinandin. Îro, ji hikûmetê dixwazim ku Ewropa vê fonê bisekinîne.''

Ji heman partiyê Joel Voordewind got,''Tirkiye di nav bêcezatiyeke tam de nikare vê bike'' û xwest ku Ewropa li ser Tirkiyê bijdîne. Voordewind got heta ku Tirkiye ji Sûriyê dernekeve divê çekan  nema bifiroşin Tirkiyê.