Wekîlên DYE'yî xwestin ku balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re neyên firotin

11 wekîlên Demokrat û Komarger ên li Meclîsa Nûneran a DYE'yê nameyek ji rêveberiya Joe Biden re nivîsîn û jê xwestin ku firotina F-16 a ji bo Tirkiyeyê bê astengkirin.

Wekîlên DYE'yî name ji Serokê DYE'yê Joe Biden û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken re şandin û bi bîr xistin ku Tirkiye dibe ku 40 balafirên şer ên F-16 ên Lockheed Martin bikire û 80 balafirên F-16 jî nû bike.

Tirkiyeyê ji DYE'yê xwestibû ku 40 balafirên nû yên şer ên F-16 bikire û 80 balafirên F-16 ên niha di destê artêşa Tirk de ne nû bike.

Wekîlan di vê mijarê de "fikarên xwe yên kûr" anîn ziman û daxuyaniya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Îlona derbasbûyî ya li ser kirîna sîstema parastina fuzeyan a S-400 a nû bi bîr xistin.

Di nameyê de hate gotin, "Hevalbendekî NATO'yê mîna dijminan tevdigere. Bi şandina balafirên DYE'yê ji vî mutefîkî re nabe ku em tawîzê ji ewlekariya xwe ya neteweyî bidin."

Li gorî Reutersê name bi pêşengiya endama Komarger Nicole Malliotakis û Carolyn Maloney a Demokrat hatiye amadekirin.

DYE'yê beriya niha ji ber sîstema parastina hewayî ya S-400'î Tirkiye ji projeya balafirên şer ên F-35 derxistibû. Dewleta Tirk beriya ji vê projeyê bê derxistin plan dikir ku 100 balafirên şer ên F-35 bikire.