Wekîlên Îranê li dijî Rûhanî pêvajoya ezîlê dan destpêkirin

Wekîlên Îranî di mijara rêveberiya krîzê ya Serokkomar Hasan Rûhanî dixwazin lêpirsîn bikin. Ev biryar dikare heta ezîlkirina Rûhanî jî biçe.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Tasnîmê di Parlementoya 290 kursî 120 wekîl îmzeya xwe li binê pêşnûmeyek ya ne ewlehiyê dan, pêşkêşî Serokê Parlementoyê kirin. Ji bo pêşnûme bikeve meryertê divê pêşkêşî Konseya Serokatiyê jî bê kirin.

Parlementer Îkbal Şakirî got: “Di warê bi taybet krîza piyaseya dowîzan de, dîsa li ser sedemên berhemên bingehîn ên bilindbûna biha pirsên parlementerên me ji bo Serokkomar hene.”

Rûhanî di sala 2018’an de têkildarî polîtîkayên heman mijaran vexwendibû Parlemetnoyê.  Berî wê jî parlementeran Wezîrê Aboriyê Mesûd Karbasiyan ji erkê girtibû.

Ev hewldana parlementeran weke nerazîbûnên li dijî hikûmetê zêde dibin tên nirxandin.

Aboriya welat gihaye wê astê ku li ber hilweşînê ye. Krîzên ji ber guşarên DYE’yê, bilindbûna eflasyonê, bêkarî dîsa encamên ji ber şewba koronayê peyda bûne, Îranî ber bi jiyaneke hê zehmetir ve dehf da.