Wê Koreya Bakur bi Koreya Başur re hemû danûstandinên xwe bibire

Koreya Bakur destpêkê leşkerî û hemû danûstandinên xwe bi Koreya Başur re bibire.

Li gorî ajansa nûçeyan a Koreya Bakur KCNA’yê tê dîtin ku Koreya Bakur wê hemû danûstandinên xwe roja Sêşemê bi  Koreya Başur re bibire, ku Koreya Bakur, Koreya Başûr wekî “dijmin” dibîne.

Li gorî nûçeyê Pyongyang wê peywendiyên di navbera rayedarên Bakur û Başur de, destpêkê wê hêza leşkerî û wê li her du aliyan danûstanên di nava partiyên desthilatdar de bibire.

Piştî ku ji Başûrê Koreyê balonên ku belavok veguhaztin aliyê dî yê sînor ev biryar hate standin. Di belavokan de tê gotin lîderê Koreya Bakur mafê mirovan binpê dike û li dijî polîtîkaya nukleer helwest tê nîşandan.

Xwîşka lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Un, Kîm Yo Jong got heke li dijî belavokên Seul helwesteke neyê nîşandan gef xwr ku hevkariya leşkerî ya du welatan jî wê bêkêr bikin.

Îlona 2018'an dema ku Serokkomarê Başûrê Koreyê Moon Jae-în serdana Pyongyangê kiribû, ev peyman hatibû danîn û armanca wê ew bû ku rageşiya nav du welatan kêm bike.