Wê DYE mayinên antî-personel dîsa bi kar bîne

Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku wan biryara qedexekirina bikaranîna mayinên antî-personel rakirine.

Di sala 2014’an de Serokê DYE’yê Barack Obama bikaranîna mayînên antî personel qedexe kiribû. Ev qedexe hate rakirin. Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir wan îmze neavêtiye binê Peymana Ottawayê jî wan sînordariyên li ser bikaranîna van mayinan rakirine.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî hate diyarkirin ku artêş dikare mayinên antî personel bi awayê ‘îstîsnaî’ bi kar bîne. Ev mayînên antî-personel ji dûr ve dikarin werin çalakkirin.  Ev mayîn heta 30 rojan an jî 48 saetan heke neyên çalakkirin, dikarin xwe îmha bikin.

Artêşa Emerîkayê di sala 2002’an de li Efganistanê ev mayinên antî-personel bi kar anîbû