Wê 72 parçeyên xezîneya Benîn li Nîjeryayê vegerînin

Di sala 1897’an de Hêzên Îngilîzistanê li Nîjeryayê 10 hezar parçeyên xezîneyê talan kiribû. Wê muzexaneya Hornîmanê ya li Londrayê 72 parçeyên xezîneyê li Nîjeryayê vegerîne.

Muzexaneya Londrayê koleksiyona bronz a Benîn jî di nav de wê 72 parçeyên hêja îadeyî Nîjeryayê bike. Wê mulkiyeta van parçeyên dîrokî dewrî hikumeta Nîjeryayê were kirin.

Di dema serdegirtina Benîn de nêzî 10.000 tişt li temamî dinyayê li 165 muze û koleksiyonên taybet de ye. li Brîtîsh Mûseûma li Londrayê 900 parçe hene.

Seroka muzeya Hornîmanê Eve Salomon got “Delîl gelekî eşkere ne ku bidestxistina van tiştan bi darê zorê hatiye kirin û li gorî fikra me jî îadekirina van tiştan him exlaqî ye û him jî guncav e.”

Hikumeta Nîjeryayê di meha Çileyê de ji tiştan daxwazek kiribû. Nîjerya dixwaze di Muzeya Hunera Efrîkaya Rojava ya Edoyê van bronzên ku ji wan re hatine şandin, bi cih bike.

Bronzên Benîn ji 12 lewheyên antîk ên birincî pêk tê.