Volkana Merapî ya li Endonezyayê teqiya

Çiyayê Merapî yê li rojavayê Endonezyayê teqwiya. Bi qasî sê kîlometreyî xwelî bi hewa ket.

Serokê Navenda Metirsiyên Jeolojîk û Volkanolojiyê ya Endonezyayê Hendra Gûnawan diyar kir ku piştî teqînê xwelî ji devê Çiyayê Merapî fûriya û bi qasî 3 hezar metreyî bilind bû.

Teqîn li girava Sûmatrayê bi dema herêmî saet di 14:54'an de destpê kir û heta niha tiştek bi kesî nehatiye.

Çiyayê Merapî bi 2891 metre bilind e û tê wateya 'çiyayê agir'. Yek ji volkanên herî aktîf ên li Sûmatrayê ye. Merapî di nava sîstema alarmê ya ji çar pîvanî de di asta sêyemîn de ye.