Vîrûsa Nîpahê li Hîndîstanê belav dibe

Li Hîndîstanê, 13 kesên din bi vîrûsa Nîpahê ketin. Di nava 4 rojan de 10 kes ji ber vîrûsê mirin.

Vîrûsa kujer ku bi şevşevokên bi fêkî xwe xwedî dikin belav dibe, li Hîndîstanê bû sedem ku 10 kes bimirin. 13 kesên din jî bi vîrûsê ketin.

Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê, ji ber vîrûsa Nîpahê di nava 4 rojan de 10 kes mirin, 13 kesên din jî pê ketin.

Nêzî 100 kesên li herêmê jî di nava karantînayê de hatine bicihkirin. Bi sedan kes jî, ji ber ku canê wan disincire berê xwe dan nexweşxaneyan.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dermanekî karibe vîrûsa Nîpahê ji holê rake hîn nîne. Bi rêya tedbîran dikare şîdeta nexweşiyê bê kêmkirin, lê belê tê gotin ku pêşî li mirina nexweşan nikare bê girtin.