Vîrûsa Korono belav dibe: Li Fransayê bûyera sêyemîn

Hate ragihandin ku li Ewropayê piştî du kesan vê carê jî li Fransayê, vîrûsa Korono ya ku li Çînê belav bûye di kesekî din de hatiye dîtin. Tedbîrên ku hatine girtin bandorê li hevsengiyên aborî yên li cîhanê jî dike.

Tê zanîn ji ber vîrûsa Korono ya ku li bajarê Wûhan a Çînê derketiye holê heta niha herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest daye. Bi rexmî ku bajar xistine nava qerentîneyê, fikar heye ku ew vîrûse bi rêya kesên biyanî yên li Wûhanê de bûn û piştre derbasî welatên xwe bûne, belavî welatên din ên cîhanê bûbe.

LI FRANSAYÊ BÛYERA SÊYEMÎN

Piştî du bûyerên li Ewropayê duh di saetên êvarê hate ragihandin ku ji bo cara yekem li Fransayê bûyerekî din a vîrûsa Korono hatiye tespîtkirin. Wezîrê tendurûstiyê Agnes Bûzyn diyar kir ku kesê sêyem xizmê yek ji wan du kesên ku beriya niha hatibûn ragihandin

Di daxuyaniya ku duh hate dayîn de, derbarê du bûyerên vîrûsê yên berê yên li Bordeaûx û Parîsê hatibûn tespîtkirin agahî hetin parvekirin.

BANDORÊN WÊ YÊN LI SER ABORIYÊ DI ROJEVÊ DE YE

Ji ber zêdebûna tedbîrên ji ber vîrûsa Korono ku bi awayekî cidî giştî cîhan xistiye nava fikaran, metirsiya belavbûna vîrûsê bandora wê li ser aboriyê jî dest pê kir. Li gel ku daketina rêjeyî ya nêzî ji sedî yek a di Borsa ya New York’ê de çêbû, nirxê petrolê jî ji meha Cotmehê heta niha gihişte asta xwe ya herî nizm. Nirxê varîla petrolê ya Brent heta 60,7 dolar û petrola WTI jî heta 54,2 dolaran daket.