Vîrûsa Koronayê gihişte Misrê jî

Rayedarên Misrî ragihandin ku li welat bûyera yekem a vîrûsa korona Covîd-19’an hate dîtin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezaretê Tenduristiyê ve hate dayîn, ji keseke biyanî vîrûsa koronayê tesbît kirin û li nexweşxaneyê xistine nava karantînayê.

Wezaretê ragihand ku ev bûyer di cih de ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihandine û hemû tedbîrên pêwîst jî girtine. Di daxuyaniyê de zêdetir hûrgulî li ser mijarê nehatin parvekirin. Li qiteya Efrîqayê welatê Misrê bû welatê yekem ê bûyera vîrûsê lê hate dîtin.

Vîrûsa Koronayê di meha Kanûnê de li bazareke lawiran a bajarê Wûhan a xwedî nifûsa 11 milyonî ya Çînê derket holê. Heta niha li Çînê ev vîrûs derbasî 63 hezar û 946 kesan bûye, ji vanan 382 kes mirine. Ji sedan 99’ê vê vîrûsê li Çînê peyda bûye, li derdorî 20 welat û herêman jî nêzî 500 bûyerên vîrûsê peyda bûne.