Vîrûsa Korona: Mirin zêde dibe, WHO'yê rewşa lezgîn ragihand

Li Çînê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan 210 kes derbas kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihand.

Vîrûsa Korona di dawiya meha Kanûnê de li bajarê Wûhan ê Çînê rû da û her roj li devereke cîhanê nexweşiyekî vîrûsê tê dîtin. Hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.

Li herêma Hûbeiyê ku Wûhan jî di nav de ye, doh êvarê 42 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê re hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 212 kesî.

LI GELEK WELATAN MIROV JI BER VÎRÛSÊ NEXWEŞ KETIN

Piraniya wan li Çînê, li zêdeyî 20 welatan 8 hezar 100 kes bi vîrûsa Korona ketin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Li Elmanyayê hejmara nexweşan bû 5 kes, li Îtalyayê yekemcar du kesên bi vîrûsa Korona hatin tespîtkirin. Li DYE'yê li yek ji 170 kesên ji Wûhanê hatin derxistin vîrûsa Korona hate tespîtkirin.

WHO'YÊ LI QADA NAVNETEWEYÎ REWŞA LEZGÎN RAGIHAND

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku yekemcar di 10'ê Çileyê de nexweşên ji ber vîrûsa Korona ragihand, hefteya derbasbûyî pêwîstî pê nedîtibû ku li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihîne. Lê belê niha li qada navneteweyî rewşa lezgîn ragihand. WHO'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya hewldanên Çînê û destnîşan kir ku ji bo vîrûs li welatên di asteke têrker de ne amade ne belav nebe, ew rewşa lezgîn radigihînin.

Bi wesîleya rewşa lezgîn ji welatên endamên WHO'yê tê xwestin ku bi tedbîrên hevpar bi hev re tevbigerin. Lê belê qedexeya ger û geştê yan jî bazirganiyê ya bi Çînê re ne di rojevê de ye.

WHO'yê beriya niha di sala 2019'an de li Kongoyê û di sala 2014'an de jî li gelek welatên rojavayê Efrîkayê ji ber şewba Ebolayê rewşa lezgîn ragihandibû. Di sala 2016'an de ji ber şewba Zîka ya li Başûrê Emerîkayê, di sala 2014'an de ji ber vîrûsa Polîo û di sala 2009'an de jî ji ber vîrûsa H1N1 a ku weke "şewba berazan" jî dihate binavkirin rewşa lezgîn hatibû ragihandin.