Vîrûsa Korona li Iraq û Başûrê Kurdistanê belav dibe

Şewba vîrûsa Koronayê li Iraq û Başûrê Kurdistanê belav dibe.Herî dawî li Hewlrê jinek ducanî bi vîrûsê ketiye.

Vîrîsa Korona ya ku li Çînê derket û her diçe belavî gelek welatan bû, li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî belav bû.

Di serî de li paytexta Iraq Bexda, Necef, Kerbela, Neysan, Kerkûkê heta niha 38 kes bi vîrûsê ketine.

Li gel Iraqê li bajarê Silêmanî yê Başûr hatibû tesbîtkirin ku 5 kes bi vîrûsê ketibûn. Mirina yekem a ji ber vîrûsê li Silêmanî meleyê Mizgefta Mehwî Mele Reşîd bû. Berî niha li Bexda û Necefê her cihekê kesek mirine bi vê yekê re 3 kes mirine.

HEWLÊR

Li gorî Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi giştî li Hewlêrê testên 27 kesan hatine kirin. Hate gotin ku di nava wan kesan de, li ser jinekê nîşana vîrûsa koronayê hatiye dîtin. Wezaretê ragihand ku ew jina bi gumana vîrûsê li ser hebû, bi vîrûsê ketiye û xelaka Hewlêrê ye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de bang li hemû kesê kir da ku bi biryarên ji bo pêşîgirtina vîrûsa Korona yên Hikumeta Herêma Kurdistan û Wezareta Navxweyî ve girêdayî bin.

Rêberiyê Tenduristiya Giştî ya Hewlêrê Dilovan Mihemed di civîna çapemeniyê de, eşkere kir ku jina ku li Hewlêrê bi vîrûsa korona ketiye ducanî ye û got ku rewş wê di bin kontrolê de ye.

Dilovan Mihemed destnîşan kir ku rewşa wê û zaroka wê baş e. Herwiha got ku ji bo xizmên wê jî test hatine kirin û derketiye holê ku vîrûsê negirtîne.

IRAQ

Li Iraqê ji bo pêşîgirtina li vîrûsê tedbîrên nû hatin girtin. Roja Yekşemê wê deriyên sînor ên bi Îranê re ji bo rêwiyan jî bigire.

Wezîrê Tenduristiyê Dafer Allawî daxuyaniyek da û 5 deriyên hevpar ên bi Îranê re sînordar wê 8’ê Adarê wê ji bo rêwiyan bigirin.

Li gorî vê biryarê wê bazirganiya bi Îranê re bê sînordarkirin û heta 15’ê Nîsanê jî bidome.