Vîrûsa Korona li Îranê belav dibe: 124 kes mirin

Hejmara kesên li Îranê ji ber vîrûsa Koronayê mirin derket 124 û 4747 kes jî bi vîrûsê ketine.

Vîrûsa Korona ya ku li Çînê derket û her diçe li gelek welatan belav dibe her ku diçe hejmara kesên li Îranê dimirin zêdetir dibe.

Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Îranê Kîyanûş Cîhanpûr têkildarî vîrûsa Koronayê daxuyaniyek nû da û ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine gihiştiye 124’an û kesên bi vîrûsê jî weke 4747 kes ragihand.

Cîhanpûr ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 1234 kes bi vîrûsê ketine, heta niha li gelemperiya welat 913 kes ji vîrûsê rizgar bûne û ji nexweşxaneyê hatine derxistin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA’yê, şewba vîrûsê ya li 31 eyaletên Îranê li 30 eyaletan tê dîtin, 1413 kes li paytext Tehranê bi vîrûsê ketine. Li bajarê Qûmê ku weke navenda îdeolojîk a rejîma Îranê tê zanîn jî 523 kes bi vîrûsê ketine.

Li bajarên din hejmara kesên bi vîrûsê ketine wiha ne: “"Gîlan 424, Esfehan 388, Elborz 302, Mazenderan 301, Merkezi 228, Qezvîn 176, Semnan 114, Golistan 104, Xorasan Rezewî 89, Fars 81, Loristan 80, Tebrîz 75, Xozistan 63, Yezd 57, Zencan 50, Sine 42, Erdebil 40, Kirmaşan 27,Kirman 25, Hemadan 23, Sistan ve belucistan 21, Hormozgan 19, Başûrê Xorasan 18, Bakurê Xorasan 15, Çarmehal ve Bextiyarî 14, Îlam 13, Urmiye 11, Kohgîluye ve BoyerEhemad 6, Buşehir 5."