Virûsa Korona: Îranê li du bajaran dibistan girt

Virûsa Korona ku li Çînê derket holê û belavî Îranê bû ku heta niha 5 kes mirin li du bajarên Îranê dibistan hatin girtin.

Li gorî televîzyona dewletê li bajarên Kûm û Arak ên navenda welat biryara girtina zanîngeh û navenên perwerdehiyê hate dayîn. Cara destpêkê nexweşên Covîd-19 li van bajaran hatibû testpîtkirin.

Rayedaran diyar kirin ku li Kûmê dibistan ji roja Yekşemê ve du roj û li Arakê jî wê hefteyekê werin girtin.

Rayedarên tenduristî yên Îranê roja Înê ragihandibûn ku vîrûs belavî gelek bajaran bûye. Li welat 13 nexweşên din hatin tespîtkirin. Nexweş herî kêm bûn 28. Hejmara kesên mirî jî bû 5. Îran ev welat e piştî Çînê yek ji welatên herî zêde mirîn lê çêbûye. Li Îranê bi giştî 785 nexweşên bi guman hatine tespîtkirin.

Ji derveyî Çînê li 26 welatan hejmara nexweşan bû 1152. Beriya hefteyekê nexweş 505 bûn. Ji derveyî Çînê nêzî 10 kes mirîne.