Vîrûs bi Wezîrê Çandê û 5 wekîlên Fransayê ket

Hate ragihandin, vîrûsa Korona bi Wezîrê Çandê yê Fransayê, pênc wekîl û du wezîfedarên parlamentê ketiye.

Hate ragihandin, testa vîrûsa Korona ya li ser Wezîrê Çandê Frank Rîester hate kirin pozîtîf derketiye, lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Rîester li mala xwe ya li Parîsê dimîne.

Meclîsa Neteweyî danê êvarê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 5 parlamenter û 2 wezîfedar bi vîrûsê ketine. Hate gotin, testa li 9 kesan hatiye kirin negatîf derketiye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev rewş 'cidî' ye.

Li gelemperiya Fransayê şewba Covîd-190 bi 1.412 kesî ket, 25 ji wan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan rewşa 66 ji nexweşan jî giran e.