Bi armanca jinûve avakirina Mûsilê, li ber siya minareya kevn, mizgeft, dêr û malên bi sedan salî jinûve têne avakirin.
Taxa kevn, kolanên wê qada dawî bû ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe jê vekişand. Li vê derê şerekî giran qewimî û hilweşiya. Di havîna 2017'an de çeteyên DAÎŞ'ê jê hatin derxistin.
Di vî şerî de minareya 850 salî ya Mizgefta El Nûrî ku weke El Hadba tê naskirin, tenê hîmên wê mabû. Ev minare weke sembola Mûsilê dihate dîtin.
UNESCO ji bo 'Jinûve xwedîderketina li ruhê Mûsilê" kete nava hewldanan û projeyek jinûve avakirinê amade kir. Ev proje bi taybetî ji aliyê Îmarat û Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin.
Piştî ku xirbeyê ji 56 hezar tonî hate rakirin, minareya El Habda wê di nava meha Adarê de jinûve bê avakirin. Karê jinûve avakirina mizgeftê jî wê vê havînê dest pê bike. Tê payin ku restorasyon sala 2023'an biqede.
UNESCO'yê tevî avakirina Mizgefta El Nûrî her wiha ji bo avakirina 2 dêr, 100 xanî û dibistana taxê 110 milyon dolar kom kir.
Ev şantiyeyên ku ji şîrketên xwecihî re hatin dayin wê ji 3100 kesî re bibe cihê kar. Nîvê van jî ji ciwanan pêk tê.