Twitterê vê carê etîketa 'pesnê tundiyê dide' bi peyama Trûmp zeliqand

Twitterê peyama Serokê DYE'yê Donald Trûmp a têkildarî bûyerên li Mînneapolîsê etîketa "pesnê tundiyê dide" weşand.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp têkilarî bûyerên piştî kuştina Afro-Emerîkiyekî ji aliyê polîsan ve rû da, li ser Twitterê şîrove kir.

Trûmp peyameke wiha weşandibû: "Ev eşqiya bêhurmetiyê li bîranîna George Floyd dikin. Ez ê nehêlim ku ev rû bide. Ez bi Walî Tîm Walz re axivîm, min jê re got ku artêş bi temamî li pişt wî ye. Em ê her zor û zehmetiyê kontrol bikin, lê belê eger talan û şewitandin dest pê bike, wê fîşek bên berdan. Spas!"

Tevna civakî ev hişyarî li peyama Trûmp ve kir: "Ev tweet pîvanên Twitterê yên li ser pesindayina tundiyê binpê dike. Li gel vê yekê jî Twitter di wê baweriyê de ye ku vekirîhiştina vê tweetê wê bi kêrî cemaweriyê bê." Peyama Trûmp ku nayê dîtin, ji bo dîtina wê divê yek pê li peyamê bike.

Ev hişyariya li peyama Trûmp piştî biryarnameya ji bo cezakirina Twitter, Facebook û Google hate weşandin ku Trûmp îmze kiribû.

Twitterê roja Sêşemê biryar da ku hişyariyê bi du peyamên Trûmp ve bizeliqîne û bang li bikarhêneran kiribû ku bûyeran piştrast bikin. Li ser vê yekê Serokê DYE'yê Donald Trûmp bi biryarnameyeke ku parastina hiqûqî ya tevnên civakî bisînor dike, bersiv dabû.