Tûsk ê ji nû ve bû serokê KE; Polonya ne razî ye
Donald Tûsk ji bo Serokatiya Konseya Ewropayê (KE) careke din hat hilbijartin. 27 delegayonên neteweyî destek dan Donald Tûsk.
Donald Tûsk ji bo Serokatiya Konseya Ewropayê (KE) careke din hat hilbijartin. 27 delegayonên neteweyî destek dan Donald Tûsk.
Yekane kesê ku li dijî wî derket, serokê neteweperest ê hikûmeta Polonyayê Beata Syzdlo bû. Polonyayê nerazîbûneke tund nîşanî ji nû ve hilbijartina Tûsk da.
Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Wîtold Waszczykowskî got, "Şêweyê pêkanîna vê radixe pêş çavan bê Yekîtiya Ewropa ber bi ku ve diçe. Em niha dizanin ku Yekîtiya Ewropa d bin dîkta Berlînê de ye."
Li gorî hikûmeta Polonyayê, hilbijartina Tûsk di civîna bilind a biçûk a li Parîsê de hat girtin, ku ev civîn bi beşdariya rêveberên Elman, Fransa, Îtalya û Spanyayê pêk hat.
Hikûmeta mûxafazakar a neteweperest, ji bo vê civînê got, "Civîneke Ewropayî ya xetere, civîneke bi jeh a ku dikare zerarê bide gelek welatan."
Polonyayê îdîa kir, ku di hilbijartina Tûsk de zext û şantaj hatine kirin.
Tûsk ku bi xwe jî ji Polonyayê ye, ji Polonyayê xwest, têkliliyên navbera xwe û Yekîtiya Ewropayê neqedîne. Tûsk got, "Eger têkilî carekê bê birîn, hingî careke din nayê pêkanîn."